Pêkenî (جوک)
شعر ومتن کردی و فارسی

Beroşê bîne

 

 

Li gundik ê Çelebîyan,dawet a Kazim ê Birê Çawîs bû...Wekî tê zanîn nan ê dawetê;ji kevnesopîyek e bav û kalan e.Îca dîsa nan ê dawetê hatîye pijandin,li herêmê jê re di bêjin"mûlid"...Gelek car ji girar a bulxur,an birincê û tirsik a fasolîyan pêk tê...
 
Ka wê gavê kîye ez jî wek we bas nizanim;yek radibe bi mahneya ku"xwarin kêm xwê ye"ji dêlev a xwê;toz a sabûn a gewr bi nav a tirsikê ve wer dike.Hemû berbû bê hay a xwe ji wê mûlidê têr a dil ê xwe dixwin...Her wiha tevê wan jî versoskî dibin...Îca bê lome be hûn jî dizanin gava yek bi versoskê keve û destav a wî bê;ji xwe çîya jî nikarin xwe li ber ragirin...De îca ka em bi hev re biçin çend malên gundîyan bê çi li wan qewimîye...
 
Hema mal a yekem ya Iniz ê Sêxmûs ê Iniz e...Qaso ew jî ji berya çend salan ve ye;weke gelek hechecîkan bûye hecî,tobedar ê ber destên gelek Sêxên bi nav û deng e,vê êvar a teng ketîye nav a nivînan,qolincên tuj û stûr ketine navê,xwe bi ser hev de diguvêse,nirte nirt a wî ye...Xurînek ji xurîn a ewrên terezên biharê ji nav a wî hildiçe...Xwe wek mirîyê li ber sekaratê virde wêde li  hev ba dide...Wek hemû pepûkên berbûyan;ji jan a hindir ê xwe,navkutkan li xwe dide...Reben ê Xwedê her ku destav lê zor dide,di peke diçe derve,lê gava doxwîn a serwal vedike rûdinê çi qes xwe di esêre û di eciqîne,tu tistek ji ber naçe...Bi rewsek e soro moro û têr a xwe di cemide,vedigere nav a nivînan...
 
Belê çawa ku dighêje nav a nivînan,lihêfê davêje ser xwe,hîn ku lê germ nabe,dîsa lê dide zorê...Nizanim car a çendan e bi vî rengî diçe û tê...Wek mirîsk a ku hêk pê re be,û cih nakevê ku wê mîrat maya hêkê lê dîne...Ji van caran careke din;dîsa lê zor dike,hema vê carê hîn xwe na gihîne ber derî jî zîqînek gewre ji ber diçe,mîna ku merev çadirekê bi çirrîne dengekî ji xwe ber dide...Hema em zêde dirêj nekin;bi daw û teskên xwe ve ber bi jêr ve...
pirrrrrrrrrrrrrtttt...çîîîîîrrrrrrrrrrrrrrttt...zirt...zirt...pûûûzzzzzzzzz....fiçirrrrttt...Emojin a Melesê jî wek wî xwe bi ser hev de diguvêse belê ewê xwe ew qas ber nedaye...Pê re di xeyide di bêje;"xuma qey hindir ê te xera bûye...ma ne dibû te xwe bi gîhanda derve?"...

Apê Iniz;bûye ku tu bi ser ê poz ê wî bigre wê ruhê xwe bide...Bi hêrs û kerb bi ser emojn a Melesê ve di qîre;
-Keçê ji êvar de tu nabîne ez bûme wek mirîsk a hêk di qûnê de asê bûye...Qey min karîbûya minê bigirta ...de va min xwe jê xelas kir...heyla min bikira dîya Kazimo û heta bighê dawet û mûlid a wî...

Di vê navê de mal a ap ê Sîrac jî jixwe cîran ê wanin...Deng ê wî tê...bi xaltîk a Xecê re dike pin û pin...Rebno bûye wek heb a li miqilkê...serîyekî diçe û yekî tê...Xaltîk a Xecê jê re di bêje "çima te hinek çaya giran venexwar?wê hinekî belkî sewt a nav a te biskênanda"...Yabooooooo!apê Sîrac;ji xwe ji ser xwe çûye!...hema mîna keleskofekê gotinan li pêy hev rêz dike,wek her car;di bêje"Min di mûlidê de rît,min di mûlidê de rît....min di....û vê carê gotin nêvcî ma...hema doxwîn vekir serwal ket erdê û ji ser ê pêlikê ber bi jêr ve berrada...Bi derbekê çi di navê de hebû vala kir...Deng ê rîtin a wî;di bê dengîya sevêde;mîna ku merev dîwarekî hiskber xera bike belav bû çû....set a vîjik a wî daket heta ber deryê hewsê..pirrtîn a wî gîhast heta ber mala Hec Mihemed ê Emîn...Ji xwe ew jî ji êvar de daw a xwe li nav a xwe gerandibû...ji qolincan xew ne ketibû çavan...

Ka hey em hatine heta vir,çawîs ê qereqolê jî jixwe di ser mal a herdu birayan re ye...Deng ê pepûk ê çawîs tê;merev di zane ku tê de asê bûye dernakeve...ji jin a xwe Azîze re di bêje;"Ûlan Azîze...bû pêzevengler içimi disîma çikardilar...Anamî avradimla üst üste koyup bellediler...Yarin hepsînî tek tek karakolda falakaya çekip sirayla osurta osurta dövmesem tekrar bütün köy anami bellesinler...Mixabîn çawîs ê qeseng,delal,zirtek û fortek;berî ku gotinên xweyî qelew bi qedîne;bû pirrrtîn û çirrrrtîn û vîje vîj a qûn a wî...ew vîjik û virrik a wî di devdeling a sal ê wî re da der...herrikî ser bot a wî ku her ji hilmekê ji bo ku zêde bi biriqîne bi dor bi paqên çîp a xwe dixist...

Îcar tew mal a Smeîl axa jî li miqabil xuya ye...îsev li ba wan jî ser û soresek bê nav û deng li dar e...wek her kesî ew jî vê êvar a xerab,di rewsek ne xwes de ye;bê lome be...dûr î ser ê hazir û guhdaran...ji kerb û bahc a ku ev çendîn car e diçe derve û ji qolincên nav a xwe safî nabe;hîn jî xwe bi ser hev de di qurnisîne û di engirîne...hindik maye rêvîyên wî di dev ê wî re bavêjin...Xwedê bi tenê di zane bê çend caran hatiye û çûye derve û hindir...Vê carê jî dikeve nav nivînan...li wî dide zorê...ew fêm dike ku nema kare xwe bighîne derve...bi ser jin a xwe de di qîre di bêje;"Lê Bedîya!...bedîya(Bedrîya)keçê zû tistekî bîne ez nema dighêjim derve...zû zûûû,min bi erdê ve berda..."

Bedrîya rebenka Xwedê;xew li ser çavan,di peke wek morîka ji tayê xwe filitîbe bi awayekî tayis,di bêje"kuro ma tu dîn bûye wî li min rebenê ezê ji te re çi bînim tê tê de birrî"?...Axê bi derewan;di bêje "keçê lawo hema berosê bîne berosê"...



نظرات شما عزیزان:

خالدي
ساعت21:00---16 خرداد 1391
راستش زياد چيزي حالي نشدم

اما مطمئنم خيلي خوب بوده


نام :
آدرس ایمیل:
وب سایت/بلاگ :
متن پیام:
:) :( ;) :D
;)) :X :? :P
:* =(( :O };-
:B /:) =DD :S
-) :-(( :-| :-))
نظر خصوصی

 کد را وارد نمایید:

 

 

 

عکس شما

آپلود عکس دلخواه:





جمعه 13 خرداد 1391برچسب:, :: 13:53 :: نويسنده : hevydar

درباره وبلاگ

سلام به تمام هموطنای عزیز ایران!به وبلاگ من خوش آمدید امیدوارم خوشتون بیاد.
نويسندگان