Dayîka min
شعر ومتن کردی و فارسی

Dayîka min

(تقدیم به مادران کورد)

Dayîka

 


Dayîka  min, dayîka min, navî te hêlaneka min
Navî te mîna hewê namînê carê je feka min
Navî te mîna gulêne çarfeslan, ken le nav e
Navî te germa temûzê, pencerêke berve tav e
Navî te wexta le ser berfa biharê hate danîn
Her çi gul ra bûn û navê her çi daran hate zanîn!
Navî te owêke tijjê kellemesti keçik û law e
Navî te mîna ûcaqê bin wear û ser pelaw e
Navî te merxa qerîw û zarê ser çingî çîyan e
Navî te ew qûncê ser qatanê hişkbû je tîyan e
Navî te dayîkê, gula dil webirîn û fek wexwîn e
Navî te cilla reşê karê wê umrek as û şîn e
Navî te çetra le ser wan reqûrûtê may le tavê
Navî te kanîya xizanê dê nehatê je seravê
Navî sa nav du destê birçîyan ran an û rûn e
Navî te kwînek sewa wan tazîyê bî ar û dûn e
Navî te serdarekî gulle le nav pîlan ve bûyê
Navî te Şaxanima hîsîrê çav umrek we dû yê !
Navî te navê zinarê bûne balgê sa Êwez ra
Navî te navê jinê bûne je janan dînewez ra
Navî te sa naumîdan ra xicawa xîş û yaran
Navî te sa min xicawa lingê hespê Şasîyaran
Dayîka min, dayîka kurdan, dîya her çi qerîwan
Dayîka wan ademê her çi bela hatê derî wan
Dayîka min, dayîka gul, dayîka we sebr û tamil
Dayîka sa lorika xwe lingê xwe danî le ser dil !
Dayîka ez her çi bêjim xeml û refşê, hîn jî kêm e
Dayîka ki ez nikam her qes we dû wê dem, bigême !
Dayîka umrê xwe hilkişîya û dakişîya je zînan
Dayîka cuqrafîya janan û tarîxa birînan
Dayîka je hêstirê xwe da xizanan nan û av e
Dayîka tek we tenê xwang û bira û dê û bav e !
Dayîka zendê xwe sa kul û birînan hilkirê ra
Dayîka salê cawanîyê we belê kamilkirê ra !
Dayîka min, dayîka şînan le ser coher  reşandê
Hiy nivîsîn le dilê wê jan û kes xetek nexwandê
Ez çi bêjim, min feqet navê te îro bir we talê
Navê te ramişte destê min dîsa le bîhevalê
Le dilê min cerqecerqa arekî pirr bîhedûr e
Navê te mîna zewalê xwe kişand û hete jûr e !
Navê te şewitî, çima ar nagirim je vî elawa
Dayîka min! le tu derdê te neket va pîrelawa !!
Eynê kevran im ki je çingî çêyan danakevim ez
Sa tera heta le derdî ar û dûkê nakevim ez
Ez eger jî dakevim mîna xirawsengan dequrrêm
Mîna şeş avê je şeş alîyê xwe da hêstir deşurrêm
Ez mîna arkûskekî sar im le tendûrî te dakê
Ez te deşewitînim ema tu dexazî min xeva kê !!
Min je navê te şivek çê kir sewa işkesti lingan
Umrekê va kîvîya bû  nerdiwanek sa pilingan!! helbestvan: Elîreza Sipahî Lahînî



نظرات شما عزیزان:

نام :
آدرس ایمیل:
وب سایت/بلاگ :
متن پیام:
:) :( ;) :D
;)) :X :? :P
:* =(( :O };-
:B /:) =DD :S
-) :-(( :-| :-))
نظر خصوصی

 کد را وارد نمایید:

 

 

 

عکس شما

آپلود عکس دلخواه:





جمعه 25 اسفند 1391برچسب:مادر کورد ,زن کورد, :: 20:25 :: نويسنده : hevydar

درباره وبلاگ

سلام به تمام هموطنای عزیز ایران!به وبلاگ من خوش آمدید امیدوارم خوشتون بیاد.
نويسندگان